Zıplanacak içerik
  • Üye Ol

Altı yaşındakiler - Zeriyên Şeşdara Heftenîn - Mehmûd Berazî

Gönderen: Admin, 08-09-2021
  • 3.968 görüntü
  • 0 yorum

Altı yaşındakiler - Zeriyên Şeşdara Heftenîn - Mehmûd Berazî

Sözleri:

De ka emê dawiya wan bibînin
Hay Lê Lê hay Lê Heftenîn
Dîsa wa teresan
Bêjiya, girtin ser çiya
H'îzê Misto Kemal
Nûtik nûtik nûtik ...
Nûtik nûtik nûtik ...

Çav nûtik berdane Batîfa
Tirko Tirko Tirko
Çiwrîko, şirro, bêbexto
Li bîra te nayê
Kazkaza te li şerê Zapê

Hefte hefte hefte ...
Heftenîn e, kuro Heftenîn e

Dîsa van zeriyan
Mêlak pola, şahên çiyan
Bi modaliya sor in
Yeman yeman yeman
Anîn yemana Romiyan
Tola sê qumriyan
Bi qirra yuzbaşiyan
Naşke kerba zeriyan
Welleh welleh billeh û tilleh
Sed tola van zeriyan

Hefte hefte hefte ...
Heftenîn e, kuro Heftenîn e

Tu li va esmeran û van kejan
Li Dêra Şîşê li meydanê
Danê danê danê
Dest avêtin şeşxanê
Kelax hiştin li meydanê.
Zîna şûtik ji çoxê
Lûla ji zîvê rakir

Zîna şûtik ji çoxê
Lûla ji zîvê rakir

Rakir rakir rakir
Kelha neyar xera kir

Hefte hefte hefte ...
Heftenîn e, kuro Heftenîn e

Bû revreva vî dizî
Çoga xayin lerizî
Rizî rizî rizî
Qesra Enqerê rizî

Rizî rizî rizî
Qesra Enqerê rizî

Parêzvana her cara
Li Pîrbila û Şeşdara
Anî anî anî ...
Anî qirra talankara
Hefte hefte hefte ...
Heftenîn e, kuro Heftenîn e

Önerilen Yorumlar

Yorum

Gösterilecek hiç bir yorum yok



×
×
  • Yeni Oluştur...

Önemli Bilgiler

Bu siteyi kullanmaya başladığınız anda kuralları kabul ediyorsunuz Kullanım Koşulu.